Li Ankarayê di 9 û 10ê kanûna pêşîn dê "Konferansa Kurd Modelên Aştî, Demokrasî û Çareseriyê Nîqaş Dikin" bê lidarxistin.
Konferans bi piştgiriya Weqfa Civaka Vekirî, Nûnertiya Komeleya Frîedrîch Ebert Stîftung ya Tirkiyeyê û Weqfa Chrest, dê ji hêla Navenda Lêkolînên Aştiya Rojhilata Navîn ya Navneteweyî (IMPR) ve bê lidarxistin.
Di daxuyaniya IMPRê de hat diyarkirin ku konferans bi tirkî, kurdî û îngilizî û bi sê ziman û du zaravayan bê lidarxistin. Di konferansê de nêrîna kurdan ya der barê aştî, demokrasî û pêvajoya çareseriyê de, hêvî û daxwazên wan, bi pêşkeşiya beşdarên ji Sûriyeyê, Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF), Îran û Tirkiyeyê dê bi awayekî berfireh bê nîqaşkirin. Hat ragihandin ku akademîsyen û siyasetmedar dê di konferansê de dê li ser "Pakêta Demokratîkbûnê" ya ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di 30yê îlonê de diyar kiribû, bisekinin û nêrînên xwe yên der barê vê mijarê de par ve bikin.
Roja ewil ya konferansê de dê ji derveyî welêt Serokê Dîwana Serokatiya HKIF Dr. Fuad Hûseyîn, Berpirsyarê Karên Derve yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Hêmîn Hewramî, ji Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Azad Cundiyanî, Endamê Lijneya Birêvebiriya Yekgirto Ebûbekîr Elî, Parlementerê Tevgera Goran Yusiv Mihemed, Arîkarê Serokê Partiya Demokratîk a Îranê Hesen Şerîfî, Berpirsyarê Çapemenî û Siyasî yê Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sîhanuk Dîbo; ji Tirkiyeyê Endamê MKYKê yê AK Partiyê Mazhar Bagli, Endamê Daîmî yê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Seydî Firat, Wekîlê Serokê Koma Mirovên Aqilmend yê Herêma Marmarayê Mîthat Sancar, Wekîlserokê Koma BDPê Îdrîs Balûken beşdar bibin. Roja duyem ya konferansê de jî dê 25 akademîsyen û rojnamevan pêvajoya çareseriyê nîqaş bikin.
Şêwirmendê IMPRê û Hîndekarê Zanîngeha Selahadînê Doç. Dr. Ezîz Barzanî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku konferans ji bo piştgirîdayîna hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan tê lidarxistin. Barzanî got ku "em ê hêviyên kurdan yên ji aştî, demokrasî û çareseriyê nîqaş bikin. Ez wisa difikirim ku hikûmeta AK Partiyê dixwaze ku pirsgirêkê çareser bike û di vê mijarê de jî bi bîryar e. Em wisa difikirin ku gavên di pêvajoya çareserkirin û aştiyê de tên avêtin, ji bo xêra gelên kurd û tirkan e û em piştgiriyê didin van hewldanan."