Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Gulten Kişanakê wiha got: "Bila Zimanê rêveberiya navendî Tirkî be lê rêveberiyên herêmî û serbixwe ku ji mirovan re xizmetê dikin, lazim e ku xwediyê mafê bikaranîna zimanê wê herêmê bin û bikaribin wî zimanî bi kar bînin."
Kişanak li Diyarbakirê beşdarî qonferansa "Di Avakirina Aştiyê de Rêveberiyên Herêmî" ku ji aliyê Yekîtiya Şaredariyên Herêma Rojhilata Başûr ve hat lidarxistin bû û diyar kir ku li Tirkiyê pirsgireka kurdan encax bi pergala herêmî yanî birêveberiya serbixwe bê çareserkirin.
- "Ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî em referandûmê bikin."
Kişanakê bal kişand ser dîroka Dewletên Netew û destnîşan kir ku xwediyê dîrokeke pir dirêj nînin û rêveberiyên wan bûne sedemên gelek dilêşiyan û ji bo Tirkiye derbasî Rêveberiya Serbixwe bibe wiha pê de çû: "Heta ku ev pergal neyê bikaranîn, kîjan partî dibe bila bibe, ev pirsgirekên ku em niha dijîn, em ê dîsa bijîn. Jixwe bertek û çalakiyên ku kurdan dikir jî ji ber vê pergalê bû. Êdî Kurd dizwazin beşdarî rêveberiya xwe bibin. Dixwazin li ser axa bav û kalên xwe, bajar û herêma xwe bibin xwediyê gotinê. Bi bûyerên Parqa Geziyê ku îsal li îstanbûlê qewimîn me bertekeke civakî ya li dijî dewleta netew dît. Divê ev tişt baş bên nirxandin."
Di çerçoveya pirsgireka kurdan de mijara ku herî zêde li ser niqaş tê kirin jî bikaranîna zimanê zikmakî ye. Kişanakê ji bo vê jî got: "Wezîrek derdikeve û piçekê jî bi zimanekî gefxwar dibêje 'Zimanê fermî yê Tirkiyê tirkî ye.' Em dixwazin pêşî li van meseleyan vekin. Zimanê fermî yê rêveberiya navendî bila tirkî be. Em jî vê yekê dizanin. Lê rêveberiyên herêmî û serbixwe ku ji mirovan re xizmetê dikin lazim e ku xwediyê bikaranîna zimanê wê herêmê bin û bikaribin zimanê wê derê bikar bînin."