Tirkiye

Koça încî kefaliyan a ber bi avên şirîn va didome

Koça ber bi avên şirîn va ya încî kefaliyê ku tekane masî ye ku li Gola Wanê da dijî û ji ber ku serdema toxavêtina wan e di navbera 15ê nîsanê-15ê tîrmehê da girtina wan qedexe ye, dewam dike.

Elif Irmak  | 20.05.2020 - Rojanekırın : 28.05.2020
Koça încî kefaliyan a ber bi avên şirîn va didome

Van

 Koça ber bi avên şirîn va ya încî kefaliyê ku tekane masî ye ku li Gola Wanê da dijî û ji ber ku serdema toxavêtina wan e di navbera 15ê nîsanê-15ê tîrmehê da girtina wan qedexe ye, dewam dike.

Walî û Wekilê Şaredarê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez koça masiyên încî kefalê ya ber bi avên şirîn va temaşe kir.

Walî Bîlmez hat rex çemê Delîçayi ya li navçeya Muradiyeyê û rêwîtiya dijwar a masiyan temaşe kir, der barê xebatên parastinê da agahî hildan.

Bîlmez daxuyanî da rojnamevanan û got ku qadên mesîreyê yên ku ji ber şewbê hatin girtin piştî normalîzebûna jiyanê dê dîsa bixin xizmetê.

Bîlmez behs kir ku bi hezaran mirov debara xwe li Gola Wanê bi masîgiriyê dikin û diyar kir ku bi saya xebatên parastinê di masiyan zêdebûneke berbiçav çêbûye.

Bîlmez got ku têkoşîna dijî masîgiriya qaçax dewam dike û wiha axivî:

"15-20 sal berê di rewşa masiyekî koka wê ber qelanê bû. Niha hate pozîsyoneke wisa ku bi sed hezaran mirov debara xwe pê dikin. Mirovên me ji vir piştgiriyeke cidî didin aboriyê. Ev koç piştgiriyeke mezin jî dide turîzmê. Masî hildipekin û wisa koç dikin. Dîmeneke bêhempa ye."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın