10 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2015
ANKARA
PTT wê sibê dest bi firotina pûlê xwe yê bibîranînê yê bi navê "Xelata Kimyayê ya Nobelê ya 2015an a Prof. Dr. Azîz Sancar" û zerfa xwe ya roja ewil, bike.
Di daxuyaniya PTT AŞ.yê da hat destnîşankirin ku wê sibê di çarçoveya Bernameya Emisyona Pûlan a 2015an da pûlê bibîranînê yê bi navê "Xelata Kimyayê ya Nobelê ya 2015an a Prof. Dr. Azîz Sancar" bi 2,80 lireyî û zerfa roja ewil bi 3,75 lireyî li midûriyetên navendê yên PTTyê û navnîşana www.filateli.gov.tryê bên firotin.
Muzeya Pûlan a PTTyê jî wê damgeya roja ewil ku li ser "Xelata Kimyayê ya Nobelê ya 2015an a Prof. Dr. Azîz Sancar 10.12.2015 ANKARA" dinivîsîne, biemilîne.