Haydar Şahin
08 Adar 2018•Rojanekirin: 09 Adar 2018
ANKARA
Hat tesbîtkirin ku mekanîzmayên bombeyan yên ku do û pêr li El Bab û Cerablûsê di êrîşan da hatibûn bikaranîn bi destê E.B.T.yê milîtanê DEAŞê hatine amadekirin û paşê teslîmî YPG/PKKya rêxistina terorê kirine.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, di 6ê adarê da wesayîta bombebarkirî ya li pêşiya avahiya PTTa li nêzî Fermandariya Ewlekariyê ya li navenda El Babê ji dûr va hatibû teqandin û di teqînê da 5 kes birîndar bûbûn. Do jî li Cerablûsê bi wesaîta bombebarkirî êrîşî ciyê kontrolê kiribûn û di êrîşê da endamekî Artêşa Azad a Sûriyeyê û polêsekî herêmî jî bi tevahî 8 kes hatibûn kuştin û 10 kes jî hatibûn birîndarkirin.
Hat tespîtkirin ku E.B.T.yê endamê DEAŞa rêxistina terorê li Efrînê wesayît amade kiriye û ji bo ku di êrîşê da were bikaranîn jî teslîmî YPG/PKKa rêxistina terorê kiriye.
Agahî hat hildan ku E.B.T.yê endamê DEAŞa rêxistina terorê ji bo ku mekanîzmayên bombeyan amade bike bi destê YPG/PKKya rêxistina terorê ji girtîgehê serbest hatiye berdan.
Herdu êrîşên ku bi wesayîtên bombebarkirî hatin kirin îtîfaqa qirêj a di navbera YPG/PKK û DEAŞê da carekî dîsa derxist holê.
- Mînakên ku îtîfaqa qirêj a di navbera herdu rêxistinan da nîşan didin
Di hin bûyerên ku berê li herêmê qewimîbûn da îtifaqa qirêj a di navbera YPG/PYD/PKK û DEAŞê da derketibû holê.
Agahiyên ku digotin DEAŞa rêxistina terorê ji Reqayê êrîşkarên xwekujiyê şandiye El Babê hatibû sitandin.
5 terorîstên DEAŞî yên ku pêr di pevçûna li Şîrana bajaroka Efrînê qewimîbû da hatibûn derdestkirin gotibûn ku YPG/PKKê bi şertê şerkirina li dijî Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê ew serbest berdane.