Fatih Gazioğlu
16 Hezîran 2017•Rojanekirin: 16 Hezîran 2017
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna FETOyê da der barê 25 xebatkarên berê yên Saziya Wargeh û Krediyê û 6 xebatkarên PTTyê ku ji wan 2 kes hatine îxrackirin da bi hinceta ku bernameya ByLockê bi kar anîne biryara binçavkirinê da.
Li gor daxuyaniya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat dayîn serdozgeriyê di çarçoveya lêpirsîna FETOyê da der barê 25 xebatkarên berê yên Saziya Wargeh û Krediyê û 6 xebatkarên PTTyê ku ji wan 2 kes hatine îxrackirin da bi hinceta ku bernameya ByLockê bi kar anîne biryara binçavkirinê da.
Tîmên polêsan serê sibê operasyon birin ser hin malan. Di operasyonê hin gumanbar hatin binçavkirin, der barê yên din jî da xebata lêgerînê dewam dikin.