Abdullah Tel
13 Mijdar 2018•Rojanekirin: 14 Mijdar 2018
EFRÎN
PTT ji bo ku bikaribe li Efrîna bakurê Sûriyeyê ya di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji terorîstan hatibû paqijkirin şaxeke xwe veke amadehiyan dike.
Avahiya li navenda Efrînê ku di heyama rejima Esed da wek navenda postayê dihat bikaranîn wê ji hêla PTTyê va bê emilandin.
Midûriyeta Giştî ya PTTyê avahiyê restore kir û avahî bi rûyê xwe yê nû wê wek şaxa PTTê bi armanca xizmetên posta, banke û lojîstikê bê bikaranîn.
Tê payîn ku şaxa PTTyê ya li Efrînê di demek kurt da bê vekirin, xizmetên wek hesab vekirin, fatore razandin, pere kişandin, pere razandin, pere û kargo şandinê jî dest pê bikin.
Piştî Hereketa Mertalê Feratê şaxên PTTyê li herêmên wek Ezez, Cerablus, Çobanbey, Bab û Mareyê jî hatibûn vekirin.