16 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2021
Bi saya xebatên qanîkirinê yên hêzên ewlehiyê endamekî din ê rêxistinê ji PKK/KCKya rêxistina terorê reviya û hat teslîm bû.
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku xebatên qanîkirinê di bin banê Wezaretê da ji hêla Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê va tên kirin. Hat gotin di vê çarçoveyê da endamekî rêxistina terorê yê ku di sala 2015an da tevlî PKKê bûbû û li Sûriyeyê mabû, hat û teslîm bû.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji serê sala 2021î vir va 4 endamên rêxistinê teslîm bûn.