13 Sibat 2016•Rojanekirin: 14 Sibat 2016
ANKARA
Ji nivîseke ku ji hêla kadroya çiyê ya PKKya rêxistina terorê va hatiye nivîsandin, tê fehmkirin ku ketina nav hewldaneke wekî Kobanêyê, lê ji ber ku gel piştgirî nedaye bi ser neketine.
Ji nivîseke ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê wergirt û tê gotin ku ji hêla kadroya çiyê ya PKKyê va hatiye nivîsandin, tê fehmkirin ku operasyonên serkeftî yên hêzên ewlehiyê rêxistin kiriye nav metirsiyê.
Li gor nivîsê PKKyê di serî da li Cizîra navçeya Şirnexê, xwest têkiliya di navbera dewlet û gel da qut bike û bi saya saziyên sivîl û siyasî yên nêzî xwe ji ser medyaya civakî jî propagandaya ku "qetlîam tê kirin" dike.
- Senaryoya li Kobanêyê li Cizîrê pêk nehat
Ji nivîsê tê fehmkirin ku ketine nav hewldaneke wekî Kobanêyê, lê ji ber ku gel piştgirî nedaye senaryoya li Kobanêyê li Cizîrê pêk nehat û bi ser neketine.
Wek mayîn dema ku operasyonan dewam dikir, rêxistinê telîmat daye ku li herêmên din jî çalakiyên barîkat û çalan bên kirin û li ciyê ku bi ser nakevin jî wek "bêbext" îlan dike.