BITLÎS
Serdozgeriya Komarê ya Bidlîsê ji bo Mehmet Selîm Kîrazê Dozgerê Komarê yê ku li Dadgeha Stenbolê hatibû kuştin daristana bîranînê çêkir.
Serdozgerê Komarê yê Bidlîsê Ahmet Ataman di çalakiya dardaçikandinê ya ku li Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Girtîgeha Vekirî ya Bidlîsê da axivî û diyar kir ku ev daristana bîranînê ji bo Dozgerê Komarê Kîraz çêkirin.
Ataman destnîşan kir ku di çarçoveya sererastkirina dorberê ya Saziya Înfaza Cezayê da hezar û 200 şitil hatin daçikandin û ji kesên ku beşdarî merasimê bûn ra sipas kir.
Waliyê Bidlîsê Orhan Ozturk, Serokê Komisyona Edaletê ya Dadgeha Dereceya Ewil a Daraza Edlî ya Bidlîsê Muhammed Ramazan Aksoy, alîkarên walî, dozgerên wezîfedar ên dadgehê û dadger beşdarî çalakiyê bûn.