ÎSTANBUL
Yekîtiya Alimên Ehlê Sinetê ya Tirkiyeyê (ESAB) cezayê îdamê ya der heqê Mihemed Mursî û 121 kesî da bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya ESABê da hat destnîşankirin ku emperyalîzma kurewî û lobiyên siyonîst li dijî Îslamê û saziyên ku xizmeta Îslamê dikin operasyonên berfireh dimeşînin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku haya misilmanan ji plan û operasyonan heye û wiha hat gotin: "Alema Îslamê cara ewil e ku bi êrîşên wiha yên berfireh ra rû bi rû ye. Li Filistîn, Iraq, Sûriye, Yêmen û Myanmarê operasyonên ku tên meşandin perçeyekî operasyonên li dijî Îslamê ne."
- "Bi biryara îdamê dixwazin mixalefeta li Misirê bêdeng bikin"
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Îro bi biryara îdamê ya der barê 122 misilmanî da dixwazin daxwaza edalet û azadiyê ya gelê Misrê biçewisînin. Ji bo ku cardin daxwazên wiha nekin dixwazin Serokê Konseya Rêberiyê ya Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan) Mihemed Bediî, Mihemed Mursî, serokên din ên Îxwanê û mixalefeta li Misrê bêdeng bikin."
- "Qeredawî li dijî radîkalîzmê sekinî"
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Serokê Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê Yûsiv el-Qeredawî emrê xwe ji bo edalet û aştiyê xerc kir û tim dijî radîkalîzmê sekinî û wiha hat gotin: "Biryarên îdamê yên ku bi destê siyaseta zalim hatin dayîn nîşan dide ku mafên mirovan û hiqûq tê binpêkirin. Bi destê miftiyê Misrê pejirandina biryaran jî ji hêla dîn va cinayeteke mezin e."
ESABê di daxuyaniya xwe da cezayê îdamê ya der heqê Mihemed Mursî û 121 kesî da bi tundî şermezar kir û wiha hat gotin: "Ji bo rejima Misrê biryara xwe betal bike, divê li alema Îslamê hemû rayedar, siyasetmedar, alim û saziyên civakî yên sivîl dengê xwe derxin."
Mehkemeya Cezayê ya Qahireyê der barê 122 kesî da ku Serokomar Mihemed Mursî, Serokê Konseya Rêberiyê ya Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan) Mihemed Bediî û Serokê Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê Yûsiv el-Qeredawî di nav da ne biryara îdamê dabû û ji bo qebûlkirinê şandibû miftîtiyê.