BURSA
Li Bursayê çalakiya karkeran a ku li Tofaşê dest pê kir, piştî ku terefan li hev kir, qediya.
Rêvebirê Bilind ê Tofaşê Cengîz Eroldu, rêvebiriya fabrîqeyê û nûnerên karkeran hatin bal hev û li hev kirin.
Mehmet Altinê ji berdevkê karkeran li ber fabrîqeyê daxuyanî da.
Altin destnîşan kir ku li gor peymanê wê seyyanen hezar lîre bidin her kesî û miaşan jî wê baş bikin û wiha xeberda: "Wê tu kesî ji kar dernexin. Di meseleya sendîkayê da jî her kes serbest e. Ji xeynî mijara pere di mijarên din da jî lihevkirin çêbû."
Altin diyar kir ku hevdîtinê nêzî 3 saetan dewam kir û got hemû xebatkar dikevin ber peymanê.
Li Tofaşê hin karkeran do di saet 06.45an da dest bi kar kir.