ÎSTANBUL
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş got: "Navenda me ya giştî, teşkîlatên me yên Edene û Mêrsînê bi êrîşên çekdar û bombeyî ve hatin provekekirin. Xwestin ku HDPyê li her derê bi tundiya fizîkî bidin sekinandin û pêvajoya hilbijartinê proveke bikin."
Demirtaş li Parka Yugurtçuya Kadikoyê beşdarî Mihrîcana Demokratîk a Gelan bû û li wê derê bangî gel kir û ragihand ku pêvajoya hilbijartinê tenê li Tirkiyeyê nameşe û encamên wê li seranserê rojhilata navîn bi tesîr be.
Hevserokê Giştî yê HDPyê diyar kir ku di hilbijartina 7ê hezîranê de heke HDP ji bendê derbas bibe ev yek li Tirkiyeyê wê bi kêrî hemû kesên bindest bê û heman tesîrê ji bo bindestên li Misrê ne bigirin heta Yêmen, Filistin û Libyayê wê dewam bike.
Demirtaş destnîşan kir ku hêvîdariya ji HDPyê li çar aliyê Tirkiyeyê her ku diçe zêde dibe û wiha pê de çû: "Em ê hovîtiya DAEŞê ya ku dixwaze hemû welêt û herêmê bike bin kontrola xwe deynin aliyekî û bibêjin 'li welatê xwe êdî em xwedî gotin in' û ji bendê derbas bûn ji ber vê yekê pir girîng e. Li 114 deran êrîşî ser avahiyên HDPyê û xebatkarên wê kirin. Navenda me ya giştî, teşkîlatên me yên Edene û Mêrsînê bi êrîşên çekdar û bombeyî ve hatin provekekirin. Xwestin ku HDPyê li her derê bi tundiya fizîkî bidin sekinandin û pêvajoya hilbijartinê proveke bikin. Li çar aliyê Tirkiyeyê hêviya ku HDP û HDPyî belav dikin zêde dibe."
Demirtaş ji partîgiran xwest ku bila sindoqan bêxwedî nehêlin û îdia kir ku heke HDP bi rêjeyeke mezin ji bendê derbas bibe wê AK Partî belav bibe, ji nav herî kêm 3-4 partî û tevgerên nû wê derkevin meydanê.