Tirkiye

Ji bo 6 bajarên rojhilatê texmîna baranê

Sagip Sezginer  | 10.04.2021 - Rojanekırın : 11.04.2021
Ji bo 6 bajarên rojhilatê texmîna baranê

Erzurum

 Hat ragihandin texmîn dikin ku li Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê baran bibare.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li gor texmînan piştî nîvro li van bajaran baranê bibare.

Li herêmê germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be, bayê rabe.

Bi şev germahiya hewayê li Erzincanê 2, li Erziromê 4, li Agiriyê 5, li Qers û Erdexanê 6, li Îdirê 16 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Îdirê 24, li Erzincanê 19, li Agiriyê 17, li Qersê 16, li Erdexanê 15, li Erziromê 14 pile be.

Li navendên xweşiqitandinê qalindahiya berfê li Palandokenê 108, li Sariqamîşê 69 û Qonaxliyê 50 santêm hat pîvandin.

Dibê ji ber aşîtê welatî baldar bin û ji berpalan dûr bisekinin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın