Ji Berdevkê AK Partiyê Çelîk peyama "Îtifaqa Cumhur"
Ankara
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk wiha got: "Bersiva me ya herî xurt û stratejîk a li hemberî senaryoyên aloziyê yên li dora welatê me, îradeya siyasî ya Îtifaqa Cumhur e."
Çelîk di peyama ku li ser hesabê xwe yê NSosyalê parve kir da daxuyand ku Îtifaqa Cumhur ji bo ku armancên xwe yên Sedsala Tirkiyeyê bi dest bixe, bi yekîtî û hevgirtî di rêya xwe da dimeşe.
Omer Çelîk wiha got: "Bersiva me ya herî xurt û stratejîk a li hemberî senaryoyên aloziyê yên li dora welatê me, îradeya siyasî ya Îtifaqa Cumhur e. Em bi parastina Komara xwe, xurtkirina demokrasiya xwe û saxlemkirina pergala xwe ya navxweyî va ber bi dahatûyê va diçin. Em rêgeza xwe ya "Yek welat, yek milet, yek dewlet, yek al" di asta herî bilind da digirin. Bi helwesta bi biryar û xurt ya Birêz Serokomarê me û Birêz Devlet Bahçelî em ber bi armancên xwe va dimeşin. Dia û piştgiriya miletê me yê ezîz hêza me ya herî mezin e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
