Önder Beyter
04 Sibat 2016•Rojanekirin: 05 Sibat 2016
ANKARA
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Omer Çelîk got, "Qatîlekî ku evqas xwîn bi destê wî ketiye heger li ser Sûriyê bimîne, heger di binê wî da hikûmeteke yekbûyî ya ku muxalefetê jî di navê da hebe were avakirin, ev tê wê wateyê ku ev qetlîam dê meşrû bibin. Wê çaxê ji cîbicîkirina taleb û daxwazên gelê Sûriyê bêtir, hewla meşrûkirina qetlîaman dê derkeve pêş ku ev jî gelekî nameşrû ye."
Çelîk li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û da bibîrxistin ku çend hefte berê ji Yekîtiya Ewropayê heyetekê Tirkiye ziyaret kir û wiha xeberda, "Zindîbûna pêwendiyên bi Yekîtiya Ewropayê ra ji bo me pir girîng e. Em li bendê ne ku di qada Schengenê da guhertin pêk were û di 2016an da vîze bên rakirin. Ji bo me pir girîng e ku zîrveyên dualî yên bi Yekîtiya Ewropayê ra jî pêk werin."
- "PYDyê li cem rejima Esed rûnê"
Çelîk diyar kir ku PYDyê ne li cem muxalifan dê li cem Esed rûnê û wiha got, "Heger PYD dê li ser maseyê rûnê, wê çaxê dê li cem muxalifan rûnenê û li cem rejima Esed rûnê. Ji ber ku pêkhatiyek e ku bi rejima Esed ra tevdigere. Bi tenê seba ku bi rêxistineke din a terorê ra têdikoşe, ji ber ku bi DAEŞê ra têdikoşe, etîketa terorê ya li ser PYDyê jê naçe."