ADANA
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk jî di çarçoveya pîrozbahiyên cejnê de Walîtiya Adanayê ziyaret kir. Çelîk, Waliyê Adanayê Huseyîn Avnî Coş , arîkarên walî, midûrên daîreyan, serokên ode û borseyan û nûnerên hin saziyên civakî yên sivîl cejna hev pîroz kirin.
Çelîk destnîşan kir ku di serî de Îraq û Sûriye welatên Misilmanan bi girî û xwînê ketin vê cejnê. Çelîk got: "Bila ev cejn ji bo hemû hembaweriyên me yên ku bi girî û xwînê ketin cejnê û ji bo hemû mirovahiyê xêr û bereketê bi xwe re bîne."
Rojnamevanan der barê biryarên doza Ergenekonê de fikrên Çelîk meraq kirin û xwestin ku nirxandinên xwe yên der barê biryaran de bi wan re parve bike. Çelîk li ser vê yekê got: "Komara Tirkiyê di dîroka xwe de gelek caran bi derbeyan re rû bi rû maye. Ji ber van derbeyan gelek êş hatin kişandin û derbe û teşebûsa derbeyan hin çeteyan di nav dewletê de bi cih kir û vê rewşê jî zirareke mezin da welêt. Dewlet berê ji dewleta hiqûqê zêdetir dişibiya dewleteke ku ji aliyê çeteyan ve dihat birêvebirin. Li welêt herkesî ji vê rewşê zirar dît. Bi derbeyên sala 1960î, 70yî, 80yî û teşebûsa 28ê Sibatê îxaneteke mezin li vî gelî û welatî hate kirin. AK Partiyê jî bi daxwaz û piştgiriya gel li hemberê van derbeyan sekinî. Li ser vê gelek çeteyên ku bi navên cuda hatibûn eşkerekirin, hatin tespîtkirin, partiya me bi ser wan de çû û wan teslîmî hiqûqê kir. Tu kes nikare dest bide ser emanetên gel, em ji bo vê her tim li hemberê kesên wisa ne."
Çelîk destnîşan kir ku der barê rastî û kêmasiyên biryarên ku hatine dayîn de, dê tu şîrove û nirxandinan neke. Lê ji bo teşebûsa derbeyê got: "Tevgera ku Komara Tirkiyeyê li hemberê derbeyan nîşan da, li pêşberê wan sekinî û pêlê bi biryar da meşandin, ji bo dîroka me weke şoreş e."