Li Gazîentabê komkirina pembû dest pê kir
Gaziantep
GAZÎANTEP (AA) - Li navçeyên Gazîentabê Nûrdaxi û Îslahiyeyê komkirina pembûyê li qedera 5 hezar û 679 donim erdî hatiye çandin, dest pê kir.
Komkirina pembû ya ku li herdu navçeyan li 10 taxan didome, li gorî rewşa zeviyê yan bi destan yan jî bi makîneyê tê kirin.
Osman Erdoganê Serokê Odeya Ziraetê ya Îslahiyeyê di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da diyar kir ku li Îslahiyeyê li qedera 5 hezar donim erdî li Nurdaxiyê jî li 670 donim erdî pembû hatiye ajotin.
Erdogan bal kişand ku ji ber hişkesaliya demsalî, li gorî par rekolte ji sedî 25an kêm bûye, ew vê sezonê serê donimê 400 kîlogram berhemê pêşbînî dikin. Erdogan her wiha got ku hilberîner dê pembûyê xwe bifiroşe Çukobîrlîkê.
Mustafa Hakki Yildirim ku li Taxa Karapolatê ya navçeya Îslahiyeyê li 30 donim erdî cotkariyê dike jî xemgîniya xwe ya ji ber kêmbûna rekolteya ji ber hişkesaliyê anî ziman û wiha got, "Me îsal serê donimê hêviya 600 kîloyî dikir lê di derdora 400 kîloyî da ma."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
