Nihat Kavşut
07 Îlon 2019•Rojanekirin: 08 Îlon 2019
Li Sêrtê di qezaya çêbû da yek jê giran 3 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan li texma gundê Meydandereya Sêrtê moz ket wesaîta bi 56 DA 467 ku Muhammed Bişkîn (21) diajot.
Li gor agahiyan şofêrê wesaîtê ji ber mozê nikare direksiyonê kontrol bike û wesaît li kêleka Çemê Botanê li zinaran dikeve.
Hat diyarkirin di qezayê da Muhammed, Davut (21) û Îbrahîm Bişkîn (25) birîndar bûn û wan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û rewşa Muhammed Bişkîn giran e.