Süleyman Elçin
03 Tebax 2021•Rojanekirin: 04 Tebax 2021
Li navçeyê ekîb ji bo şewata di 28ê tîrmehê da dest pê kiribû hildin kontrola xwe têkoşîneke mezin didin. Şewata daristanê li taxên Beydîxîn û Çardaxê û li dorberê Qizildaxê dewam dike.
Ekîban bi şev bi wesayîtên agirkujiyê û arazozan va xebatên temirandinê domandin û midaxeleya ji hewayê jî dewam dike.
Jiyana kovî jî di tesîra şewata daristanê da ma.
Yusuf Aydinê li taxa Beydîxînê xebatên temirandinê didomîne diyar kir ku heywanên wekî bukalemun, kêrguşk û kûsiyan ji daristanê direvin.
Aydin got têkoşîneke ji dil û can didomînin û wiha got: "Ji bo heywanan jî em dixwazin zûka şewatê bitemirînin, têkoşîna me yê dewam bike."