ANKARA - KURBANÎ GEYIK
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Ekrem Erdem îdiaya ku dê CHP û MHP di hilbijartinê de ji bo çend bajaran hevkariyê bikin nirxand. Erdem bilêv kir ku bi baweriya wî tiştekî wisa tuneye lê dema ku ev hevkarî bê kirin jî dê AK Partî ji vê şirîkatiyê sûd werbigre.
Erdem, mijarên ku di rojevê de ne ji nûçegîhanê AAyê re nirxand û ewil li ser îdiaya îtifaqa CHPê û MHPyê sekinî.
Tê îdiakirin ku di hilbijartinên heyama pêş de CHP û MHPyê ji bo rêvebirina şaredariya Îzmir, Îstanbul û Ankarayê ji destê Ak Partiyê derxin dê îtifaq bikin. Erdem jî bal kişand ser îtifaqên ku heta îro di dîroka Tirkiyeyê de hatine kirin û got: "Di dîroka Tirkiyeyê de hetanî îro di îtifaqan de carekê tenê pariyan ji îtifaqekî sud wergirtiye, yên din hemû bê encam man."
Erdem hevkarî şiband komkirina sêv û hirmiyan û wiha got: "Him CHP û him jî MHP xwediyê nêrînên ji hev cuda ne, hevkariya ku di navbera van herdu partiyan de bê kirin, bawer nakim ku dê bi kêrî wan bê. Lê dibe ku ev hevkarî li gor dilê hin kesan be."
Ji bo guhertina hin xalên Makezagonê CHP û MHPyê gotibû 'Na' û îtifaq kiribûn. Erdem eva jî bi bîr xist û got: "Me di wê hevkariya wan de ji sedî 58 ray wergirt. Dema ku ew dîsa hevkariyê bikin dê ev rewş bi kêrî partiya me bê. Ger ku li gor agahiyan tiştekî wisa hebe dê MHP piştî vê îtifaqê ji holê winda bibe û dibe ku li Tirkiyeyê hetanî demekê pergaleke bi du partiyî bimeşe.
Niqaşên ku di demên dawî de ji bo xebatên makezagonê tên kirin jî di rojeva Erdem de bû. Ji bo makezagoneke nû Erdem diyar kir ku partiya wan bi hêvî ye.