Neslîhan Ekşîya 16 salî bêberçavk di dîtinê de ji sedî 20 astengiyê dikşîne, ji ber vê jî berçavkê bi kar tîne. Di pêşbaziya Şampiyoniya Vekirina Tirkiyê ya Hunera Xweparastinê ya Atayê de ji ber ku berçavkê bi kar tîne nehat qebûl kirin. Lê Neslîhana ji Konyayê guh da gotinên mamosteyê xwe û bi alîkariya mamosteyê xwe xebitî. Ekşî bêberçavk beşdarî pêşbaziyê bû û bû yekemîn.