ANKARA - HASAN OYMEZ
Parlamenterê Ankarayê yê AK Partiyê û Serşêwirmendê siyasî yê Serokwezîr Recep Tayip Erdogan Yalçin Akdogan der barê pêvajoyê de ji muxabîrê AAyê re axivî.
Akdogan da zanîn ku di pêvajoyê de xitimîn û likumînekê dê çênebe û wiha pê de çû: "Divê her îhtimal, sabote, tengasî bê hesapkirin û hişyarî ji dest neçe. Ak partî xwedî vê tecrubeyê û giraniyê ye. Di pêvajoyên berê de hat dîtin ku rêxistinê hin sabote çêkirin lê bi ser neket. Hûkûmeteke ku her dem li hember vê rewşê hişyar be, heye. Di pêvajoya çareseriyê de PKKê dev ji şer berdaye û Tirkiyê terk dike. Hin kesên ku bi çareseriyê ne bawer bûn ev yek jî pêkan nedidîtin. Piraniya civakê ji çareseriyê bawer e û erênî difikire. Her kesê ku dixwaze teror biqede divê piştgiriyeke mezin bide vê pêvajoyê."
"Bi manîpulasyonan dixwazin civakê bi rê ve bibin"
Akdogan dûpat kir ku şerekî enformasyonê dest pê kiriye û got: "Bi agahiyên şaş û derew, bi dezenformasyon û manîpulasyonan dixwazin civakê bi rê ve bibin."
Akdogan bertek da gotinên ku di vê dawiyê zêde kes beşdarî PKKê bûne û wiha dewam kir:
"Dibêjin gelek kes beşdar bûne. 2-3 hezar kes çûne Qendîlê. Ev ne rast in. Rêxistin her sal di şûna merivên xwe yên ku winda dike de yên nû datîne. Mesela par nêzî 500 elemanên rêxistinê winda bûn lê qasê nîvê wî jî kes beşdar nebûne. Di pêvajoyê de helbet hikûmet dê teqîb bike û tevdîran bigire. Mîna her gav em dîsa dibêjin ya mûhîm îhtiyat, baldarî, hişyarî ye. Hin kesên ku ji vê hêlê ve bi fikar in, fikariya xwe tînin zimên. Em jî guh didin wan. Lê belê zêde zêde reşbînî û dezenformasyon dê kêrê tiştekî neyê. Wek ku meriv derketibe duaya şerî bangêriya felaketê bike her wekî meriv xwînrijandinê bixwaze."
"Bûyerên Li Cizîrê û Diyarbekirê bi taybetî çêbûn"
Akdogan got ku li Cizîrê dîmenên qaşo tîma ewlehiyê û ji bo PKKyîyan li Diyarbekirê goristan çêkirin, bi zanetî tên kirin û tevgereke psîkolojîk e.
Akdogan anî ziman dibe ku rêxistin çalakiyên bi vî rengî ji bo sempatiya xwe bi kar bîne û belkî dixwaze tesîreke mezin li gel bike bi van yekan. Lê ya ne rast ew e ku tiştekî herêmî, lokal û basît wek ku tê bêjî qey li hemû derê wisan e tê nîşandayîn. Ev yekana tenê ji bo ku desteka gel ji vê pêvajoyê bikişe, tên kirin.
Akdogan da zanîn ku hêzên ewlehiyê dibe ku her gav li her derê nebin û wiha axivî: "Hinek dixwazin van dîmenan ajîte bikin û bikin amûreke propagandayê. Divê çav li van re neyê girtin û jixwe bi lêpirsîn û lêgerîna van yeka hate ber dest."