'Herêm diguhere, lê Tirkiye naguhere'
Demîrtaş: "Herêm diguhere, lê Tirkiye naguhere. Ji ber ku li hemberî van guhertinan tu amadekariya wê tuneye, krîz bûye krîza Tirkiyeyê jî."

Brussels Hoofdstedelijk Gewest
BRUKSEL
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş got, "Di mijara aşitiyê da çiqas mirov û dezgeh, bi taybetî jî di mijara muzakereyê ya ku Ocalan înîsiyatîf hilda û dest pê kir da bi israr be, çiqas dezgehên neteweyî û navteweyî beşdarî vî be, vegera bal pêvajoya aştiyê jî dê ewqas mimkûn û zû be."
Demîrtaş di axaftina xwe ya li "Konferansa YE, Tirkiye û Kurd a 12emîn" a li Parlementoya Ewropayê da destnîşan kir ku di vê konferansê da 12 sal in ku ew çareseriyê nîqaş dikin û wiha îdia kir, "Herêm diguhere, lê Tirkiye naguhere. Ji ber ku li hemberî van guhertinan tu amadekariya wê tuneye, krîz bûye krîza Tirkiyeyê jî."
Demîrtaş diyar kir ku di halê hazir da pêdiviya Tirkiyeyê bi guhertina polîtîkayê heye û wiha got, "Lêbelê ez tu ronahiyê nabînim. Hevsengiya herêmê, çareseriyê ferz dike."
Demîrtaş îdia kir ku Tirkiye, kurda wekî tehdîteke mezin dibîne û wiha pê da çû, "Lê em divê bisebr, bibiryar û biinyad bin. Ev guhertin, çi zû çi dereng dê pêk were. Di mijara aşitiyê da çiqas mirov û dezgeh, bi taybetî jî di mijara muzakereyê ya ku Ocalan înîsiyatîf hilda û dest pê kir da bi israr be, çiqas dezgehên neteweyî û navteweyî beşdarî vî be, vegera bal pêvajoya aştiyê jî dê ewqas mimkûn û zû be."
Demîrtaş bal kişand ku jinûva destpêkirina Pêvajoya Çareseriyê dê li ser geşedanên li Sûriyeyê jî bandorên xwe yên erênî hebin û wiha berdewam kir:
"Ev, heya krîza penaberan a li Ewropayê dê di carekê da mîna bandora domînoyê bandoreke erênî çêke. Aniha li Tikiyeyê Serokwezîr, Serokomar, Wezîrê Karên Derva PYDyê wekî tehdîtekî, kurdên sûriyeyî yên rêxistinbûyî wekî terorîst dibînin û li dijî beşdariya wan a hevdîtinên Cenevreyê ne. Ev encameke dûrî aqilan e. Dewleteke ku hişê wî li serê wî be, dê geşedanên li herêmê baş û rast bixwîne, bereks divê ji bo ku PYD beşdarî hevdîtinên Cenevreyê bibe, hewl bide û Tirkiye li Cenevreyê divê PYDyê li rex xwe bide rûnişandin, ne dûrî xwe, ne hemberî xwe divê rasterast li cem xwe bide rûniştandin. Heger curetî vî bikin, digel Tirkiyeyê kurd jî dê qazanc bikin. Heger kurd û Tirkiye bi hevra qazanc bikin, rêyê li ber aşitiya Rojhilata Navîn a ku xeyalê me hemiyan e jî dê vebe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.