16 Hezîran 2017•Rojanekirin: 17 Hezîran 2017
DIYARBAKIR
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Sûra navçeya Diyarbekirê xitabî welatiyên li ber Mizgefta Mezin a dîrokî civiyan kir.
Bînalî Yildirim di xeberdana xwe da wiha got: "Sala par dema em hatin vir me got 'Yên çalan dikolin wê xwe di çalan da wenda bikin û em ê wan di çalan da veşêrin.' Roj ew roj e zirara dane ji holê bê rakirin. Niha dem ew dem e em bibin yek û bi hev ra bibin Tirkiye."
Serokwezîr Yildirim der barê meşa CHPyê da destpêkirin da wiha axivî: "Kesên wê rojê (15ê Tîrmehê) derneketin meydanan û li kuçeyan nemeşiyan niha ji Enqereyê dimeşin Stenbolê. Heger tu yê bimeşî li hember derbeyê bimeşe. Edalet li kuçeyan nayê dîtin û meriv li kuçeyan li edaletê nagere. Edalet li dadgehan heye."
Yildirim diyar kir di navbera PKK, PYD û YPGyê da tu ferq tuneye û wiha got: "PKK, PYD û YPGya rêxistina terorê hemû eynî ne. Derdê wan ê ji bo 'kurdan' tuneye. Pirsgirêka sereke ya kurd û tirkan rêxistina terorê ye, PKK, PYD û YPG ye. Me soz û biryar daye em wan hemûyan ji nav xwe derxin. Biryardariya me dewam dike."