16 Hezîran 2017•Rojanekirin: 17 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê û Şêx Temîm bîn Hamed Al Saniyê Emirê Qeterê ra bi rêya telekonferansê qeyrana di navbera dewletên kendavê û Qeterê da gotûbêj kir.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Serokomariyê hatin hildan Erdogan di gotûbêja bi rêya telekonferansê bi Macronê Serokomarê Fransayê û Al Saniyê Emirê Qeterê ra hat kirin da hewldan û pêwendiyên serokan yên ji bo çareserkirina qeyranê nirxand û destnîşan kir divê li herêmê demildest tansiyon dakeve.
Hat diyarkirin serokan destnîşan kirin divê qeyrana heyî bi diyalog û muzakereyan bê çareserkirin û piştgiriyê bidin hewldanê di vî warî da.
Wek mayîn hat diyarkirin wê pêvajoyê ji nêz va teqîb bikin û di nav pêwenediyê da bin.