Ekip
05 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
WAN
Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Ciwanên me dê di 24ê hezîranê de dersa ku heq dike bide keêsn ku wan ev çendî sal in wekî maşeya terorê bi kar tîne."
Yildirim di çarçoveya bangeşeya hilbijartinê de li Wanê axivî û rexne HDPê girtin.
Li ser encama hilbijartinê Yildirim wiha axivî: "Îtifaqa Cumhur di 15ê temûzê de riprast hember terirê berxwedan e, jiyandina rihê Yenîkapiyê ye, Tirkiyeya ku rê nade terorê dê derxîne asta şaristaniyên hemdem."
Di rexneya HDPê de jî wiha got:
"HDPê bi gotina ku ez ê bibim partiya Tirkiyeyê ji we piştgirî xwest ne wisa? We jî jê bawer kir û deng dayê. Piştre çi bû? Ketin bin emrê Qendîlê. Gotin ku 'Em bin emrê Qendîlê de ne.' Tu dê ji birayên min ên Kurd deng bistînî, bin emrê Qendîlê de bimînî. Tişteke wisa tune."