Haydar Şahin
19 Mijdar 2020•Rojanekirin: 24 Mijdar 2020
Ryan Adamsê gerok ê ji bo xweşikahiyên dîrokî û tebiî bibîbe, çandên cuda nas bike ji Kanadayê hat Tirkiyeyê navendên baweriyê û dîroka li welêt gelekî eciband.
Ryan Adamsê 20 salî yê xwendekarê pola 2yan a beşa rojnamevantiyê ya Zanîngeha Mount Royalê di înternetê da Tirkiye dît, gelekî mereq kir û ji malbata xwe destûr sitand û hat welêt. Adams bi ziyareta Mizgefta Siltan Ehmedê, Mizgefta Mezin a Ayasofyayê û mizgeftên dîrokî yên va dest bi gera xwe kir.
Adams piştî ziyareya Stenbolê bi otobêsê tura xwe domand, derbasî Muzeya Vekirî ya Goremeyê ya di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî digre ya li Kapadokyayê bû.
Gerokê ciwan gelek bajarên li herêmê geriya, çû Şanliurfa û Diyarbekirê paşê jî derbasî Agiriyê bû.
- Li mizgefta dîrokî geriya hestiyar bû
Ciwanê Misliman ê kêmzêde mehek e li Tirkiyeyê digere firsend dît Qesra Îshaq Paşa ya di Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî digre ya li Bazîdê jî dît.
Adams dema li mizgefta hundirê qesrê geriya gelekî hestiyar bû, wêne û dîmen kişand paşê jî bermayiyên dibêjin ku ji keştiya Hezretî Nuh mane yên li Telçekera gundê li quntara Çiyayê Agiriyê ziyaret kir.
Ryan Adamsê gerokê ji Kanadayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Tirkiye welatê xweşbîniyê ye, gelê welêt semîmî û mitewazî ye.
- "Tirkiye bi dîrok û turîzmê va bêhempa ye"
Adams got li Tirkiyeyê gelek avahiyên dîroka Îslamê û baweriyên din dît ji ber vê kêfxweş e û wiha pê da çû:
"Tirkiye bi taybetî bi dîrok û turîzma xwe va welatekî bêhempa ye, ji ber vê min biryar da ku werim ziyaret bikim. Li Tirkiyeyê gelek ciyên dîrokî hene. Ji bo dîtina Çiyayê Agiriyê û Agiriyê gelekî kelecanî bûm. Wekî mayîn îdia dikin ku keştiya Nuh li vê derê ye. Li Şanliurfayê ciyê Hezretî Îbrahîm lê hatiye dinyayê, Stenbol û gelek ciyên kawil min dîtin. Ji ber ku li Tirkiyeyê me bextewar im, welatekî xweş e merivên wê ji mêvanan hez dikin. Ji bo min ev bû seyaheteke gelek î baş."
Adams destnîşan kir ku diya wî ji Iraqê ye, hedefa wî ew e ku li gelek welatan bigere û piştî ziyareta Amerîkayê here welatê xwe.
Adams got gelekî ji gelê Tirkiyeyê hez kir û wiha axivî: "Wekî mayîn ji bo çiyayên Tirkiyeyê bibînim hatim vê derê. Li Kanadayê gelek çiya hene ji ber vê min xwest yên li Tirkiyeyê jî bibînim. Ji ber ku min Qesra Îshaq Paşayê dît gelekî kêfxweş bûm."