Fatma Sevinç Çetin
04 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2025
Li tevahiya welêt germahiya hewayê dê ji roja şemiyê pê va 4-6 pile zêde bibe.
Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê Murat Kurum di parvekirina xwe ya ji ser hesabê çapemeniya civakî da diyar kir li gor agahiyên ji Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hatin hildan germahî dê hefteya bê zêde bibe.
Kurum got ku "Ev jî tê wê meneyê ku divê em hem ji bo tenduristiya xwe hem jî ji bo pêşîlêgirtina şewatên daristanê hê bêtir bi tevdîr bin. Di pêvajoyê da gelekî zêdetir hesas tevgerîn heyatî ye."