TBMM
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Koma AK Partiyê ya Meclisê de axivî. Serokwezîr Erdogan di axaftina xwe de diyar kir ku 11 sal in li îqtidarê ne û ji bo ku îredaye neteweyî pêşkeve tekoşînê didin û wiha got: "Gel dikare biryara xwe bide. Yanî gel bêîrade nîne û bixwe dikare rêya xwe diyar bike. Pêwistiya gel bi vesayetê û parêzvanan tuneye."
"Divê muxalefet li îradeya neteweyî xwedî derkeve"
Serokwezîr Erdogan destnîşan kir ku divê ji her kesî pirtir TBMM li îradeya netweyî û demokrasiyê xwedî derkeve û wiha got: "Divê ne tenê partiya îqtidarê, bi heman awayî divê mixalefet jî li demokrasiyê xwedî derkeve. Çawa partiya îqtidarê ji gel bawer dike, divê partiyên muxalefetê jî baweriya xwe bi gel bînin."