Ahmet Aydın
27 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2019
ANTALYA
Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dema şîvê ya ku Serokatiya AK Partiyê ya Antalyayê saz kir axivî.
Serokomar Erdogan got, "Bûyerên dawîn ên ku li herêma me rû dan, hilbijartinên 31ê adarê ya îdareyên mehellî, ji nuha ve wisa kir ku ji hilbijartineke reha dûr bikeve. Ev hilbijartin, ji bo welatê me bû mesele û hilbijartina ya beqayê."
Erdogan derbarê îtifaqa Mîlletê de got, "Çi navî li xwe bikin bila bikin, îttifaqaje wisa ku derdorên weke Qendîl, Pensilvanya yên ku dijminatiya wan bi welatê me re heye, ne mumkun e ku bibe îttifaqeke xwemalî û millî."
Erdogan wiha axivî:
"Dûvikên siyasî yên rêxistina terorê û bloka ku pensilvanya piştevaniya wê dike, ti hessasiyeta wan a weke armanca beqa, îstiqlal û îstiqbalê nîn e. Tekane armanca wan astengkirina AK Partiyê ye, tolhildana ji serkeftina Îttifaqa Cumhûr a 24ê hezîranê ye. Çendek berê rêveberekî CHPyî gotibû 'Millîbûn îttifaqa bi HDPê re ye.' Tişta di dilê xwe de vegotin. Alîkariya dûvikên rêxistina terorê weke millîbûnê dibînin. Ev zêniyet ji bilî wêrankarî, fişar, zordestî û rondikan tiştekî nade gelê me."