Mümin Altaş
19 Gulan 2022•Rojanekirin: 19 Gulan 2022
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku Serdesteyê Pispor Haydar Şenelê li herêma hereketa Çiqlê Zeytûnê da ji ber êrîşa hewanê ya terorîstan birîndar bûbû, li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin şehîd ket.
Di daxuyaniya Wezaretê da wiha hat gotin: "Şenelê ku di 13ê Gulanê da birîndar bû û li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin digel hemû midaxaleyan bi ser xwe da nehat û îro şehîd ket. Em gelek li berê ketin û Xwedê rehma xwe lê bike û sebrê bide malbata wî."