22 Nîsan 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2023
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasima cinazeyê Abdurrahman Kulunkê 97 salî yê apê Metîn Kulunkê Parlementerê Stenbolê yê AK Partiyê bû. Merasim li Mizgefta Tetbîqatê ya Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Marmarayê hat kirin.
Erdogan ji bo ku beşdarî merasimê bibe ji mala xwe ya li Kisikliya semta Uskudarê hate Mizgefta Tetbîqatê ya Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Marmarayê.
Serokomar Erdogan li vê derê nimêja nîvro kir û paşê beşdarî merasima cinazeyê Abdurrahman Kulunkê apê Metîn kulunk bû. Erdogan li vê derê serxweşî da Metîn, Hasan û Cahît Kulunkê kurên Abdurrahman Kulunk û Metîn Kulunkê parlementer.
Piştî nimêja cinazeyê Serokomar Erdogan jî kete binê çardara tabutê.
Hat ragihandin ku ew ê cinazeyê Abdurrahman Kulunk li Goristana Çengelkoyê binax bikin.
Wek mayîn Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî merasimê derbasî Goristana Qereceehmedê bû û merzelê Tenzîle Erdogana diya xwe û Ahmet Erdoganê bavê xwe ziyaret kir.