Haydar Şahin
30 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2020
Lijneya Disiplînê ya Navendî ya MHPyê biryar da ku Parlamenterê Orduyê Cemal Engînyurt ji endamtiya partiyê bê derxistin.
Halîl Ozturkê Parlamenterê Kirikaleyê yê MHPyê û Serokê Lijneyê li ser Biryara Lijneya Disîplîna Navendî ya der barê Cemal Engînyurt da daxuyanî da û wiha pê da çû:
"Parlamenterê Orduyê Cemal Engînyurtê endamê partiyê yê Altinorduya navçeya Orduyê ji bo ji endamtiya partiyê were derxistin di 21ê tîrmeha 2020î da sewqî lijneya disiplînê kirin. Lijneya Disiplînê ya Navendî ya MHPyê piştî civîna 30yê tîrmeha 2020î biryar da ku Engînyurt teqez ji endamtiyê were derxistin."