Tirkiye

"Emê tu caran teslîmê dinyaya sanal nebin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Merasima Vekirina Navenda Mudaxaleya Bûyerên Sîber a Neteweyî ya Ragihandin û Teknolojiyên agahiyê axivî.

Türkan Tosun  | 10.02.2020 - Rojanekırın : 11.02.2020
"Emê tu caran teslîmê dinyaya sanal nebin"

Ankara

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Merasima Vekirina Navenda Mudaxaleya Bûyerên Sîber a Neteweyî ya Ragihandin û Teknolojiyên agahiyê axivî.

Erdogan got ew wisa bawer dike bi saya vê navendê, welêt wê li hemberî her cure êrîşên sîber bitevdîr be.

- "Ewlehiya pergala me ya elektronîk û daneyên tê da veşartin girîng in"

Serokomar Erdogan behsa xebatên teknolojiyê û girîngiya ewlehiya wê kir û wiha axivî: "Heta em binesaziya teknolojiya 5Gyê ya xwemalî ava nekin em nikarin derbasî 5Gyê bibin. Ewlehiya sînorên me çiqas girîng be, ewlehiya pergala me ya elektronîk û daneyên tê da tên veşartin jî ewqas girîng in. Divê em navendên daneyan ên kamû û taybet bikin nav pergalekê. Ez bendê me saziyên bi vê ra eleqedar in bilez xebatan temam bikin."

- "Di ewlehiya sîber da emê welatê xwe di asta dinyayê da bikin marqeyek"

Erdogan got divê pergalên sîber bên pêşvabirin û wiha dewam kir: "Di ewlehiya sîber da emê welatê xwe di asta dinyayê da bikin marqeyek. Êrîşên bi pergalên biaqil va tên kirin, dikarin bi pêşvabirin û bikaranîna pergalên zêdetir biaqil va bên têkbirin. Li hemberî êrîşên sîber bi pergal û rêyên konvansiyonel va li ber xwe dayîn wek ku mirov hewl bide bi kaxiz va guleyê bide sekinandin e."

Der barê peyka Turksat 6Ayê da Erdogan wiha got: "Sêwirandina peyka me ya ragihandinê ya xwemalî ya ewil a Turksat 6Ayê temam bû. Xebatên endezyariyê dewam dikin, em dixwazin di 2022an da bişînin fezayê."

- Emê teslîmê dinyayeke sanal nebin"

Serokomar Erdogan anî ziman ewê teslîmê dinyaya sanal nebin û wiha axivî: "Emê teslîmê dinyayeke sanal a ku mirov lê tên tacîzkirin, xapandin, rûmeta wan tê binpêkirin, tên lînçkirin û her cure heqê wan tê îxlalkirin, nebin. Înterneta bi pirsgirêk na, bikaranîna wê ya bi berpirsyarî her ku diçe girîngtir dibe. Bendebûna teknolojiyê ji van tehdîdan yek e. Di roja me ya îro da ji ber bendebûna teknolojiyê em bi girseyeke wek 'koleyên modern' ra rûbirû ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın