Tirkiye

"Em ê têkoşîna xwe ya dijî terorîstan heta dawiyê bidomînin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Em ê têkoşîna xwe ya dijî terorîstên qesta yekîtî û canê me dikin û piştgirên wan heta dawiyê bidomînin."

Nihat Kavşut  | 15.05.2020 - Rojanekırın : 16.05.2020
"Em ê têkoşîna xwe ya dijî terorîstan heta dawiyê bidomînin"

Istanbul

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Em ê têkoşîna xwe ya dijî terorîstên qesta yekîtî û canê me dikin û piştgirên wan heta dawiyê bidomînin."

Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê êrîşa terorê ya li Ozalpa navçeya Wanê da ku dijî wezîfedarên Koma Alîkariya Civakî ya Wefayê hat kirin daxuyanî da.

Serokomar Erdogan destnîşan kir êrîşa bêbext ya dijî wezîfedarên Koma Alîkariya Civakî ya Wefayê rûyê kirêt yê rêxistina terorê ku dixwazin veşêrin eşkere kiriye û got ku em ê têkoşîna xwe ya dijî terorîstên qesta yekîtî û canê me dikin û piştgirên wan heta dawiyê bidomînin.

Erdogan got: "Xwedê rehma xwe li birayên wan yên di Koma Alîkariya Civakî ya Wefayê da dixebitin û şehîd ketin bike û mîna her gav wê hesabê vê êrîşa bêbext jî ji bêbextan bê pirsîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın