22 Sibat 2019•Rojanekirin: 23 Sibat 2019
Mugla
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "CHP û li berê jî HDP û yên din, îtifaqa xwe li meydanê ye. Em we ji dengê we nas dikin."
"(Kiliçdaroglu) Di her hilbijartinê da bi ser nakeve, lê bi ciyê xwe va zeliqiye. Li tu dereke dinyayê siyasetmedarên piştî ewqas têk diçin li ciyê xwe nasekinin."
"Îtifaqa zîletê di nav şerê lîsteyan, dek û dolaban û şer û nîqaşê da maye. Wek mayîn ji Îzmirê heta Beyogluyê li gelek deran namzedên wî nîşan dane qet nayên behskirin."
"Hêzên me yên ewlehiyê tesbît kirin ku hemû hêviya PKKyê ji bona serkeftina îtifaqa zîletê ya di 31ê Adarê da ye."
"Em ê hedê kesên êrîşî aboriya me dikin û çav berdane nan, ked û bêrîka me nîşan bidin."