Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan di civîna koma partiya xwe de axivî û got: "Yên ku li ser sindoqan wek me nikarin bi ser bikevin, dixwazin welat bikin qada alozî û qeyranan. Dema em bala xwe didinê hin kes naxwazin dawî li bûyerên terorî bê. Em naxwazin her tim cenazeyên şehidan bên."
Serokwezîr Erdogan, li meclisê partiyên muxalefetê rexne kir û diyar kir ku yên nikarin li ser sindoqan wan têk bibin, dixwazin di hemû qadan de qeyranên siyasî çêbin û desthilatdariyê ji qewetê bixin û jê fêyde werbigrin.
Erdogan da zanîn ku hin kes pêşeroja xwe ya siyasî bi van bûyeran ve girêdidin û wiha pê de çû: "Gava ku em çûn Wanê me ev rewş dît. Me dît ku gelê herêma Wanê tev bi fikar e. Em niha li parlamentoyê ji bo vê têdikoşin û bangî partiyan dikin, heke hûn dijî terorê ne û samîmî ne bi zanayî û demokratîk têbikoşin û rayên xwe bi vî awayî bigrin."
Erdogon bersiv da îdiaya ku di rojnameyekê de derket û digot Serokwezîr Erdogan gotiye dê keç û mêr yên ku di zanîngehan de dixwînîn û heman malê de dijîn teqîb bikin.
Erdogan der barê vê îdiayê de eşkere kir ku li hin deveran xwendekarên zanîngehan tengasiya war û cîhên ku lê bimînîn dikşînin û ji ber vê jî gilî tê kirin û walî û hêzên ewlekariyê jî mudexeleyê dikin ku pirsgirêkê çareser bikin.
Erdogon anî ziman ku malbat zarokên xwe emanetê wan dikin û di warên dewletê de keç û law di cihên cûda de dimînin. Erdogan got heta niha destûr nedan ku di yûrdên dewletê de keç û law li bal hev bimînin û ji niha pê ve jî destûrê nadin.
Gelo AK Partî mudaxaleyê jiyana kê kir?
Erdogan bi bîr xist ku ev 11 sal in ku desthilatdarê Tirkiyeyê ew in û wiha dewam kir: "Ev 11 sal in gelo AK Partiyê mudaxaleyê jiyana kê kir? Tu çima wiha dijî, çima wiha dikî? Qet hûn bi rewşeke wiha ve rû bi rû man gelo? Kes dikare tiştek wiha bibêje? Heke li vî welatî li hêlekê zilm hatibe kirin ev jî muhafezakar in. Di hêla perwerde, tenduristî, edalet û ewlehiyê de zilm hatiye kirin. Niha dewr derbas bû, hin tişt guhirîn û hin kes ji vê rewşê aciz in, aciz dibin."