Serokwezîr diyar kir ku em li welatê Aydin Menderes Aydinê ne û wiha axivi: "Em dê di hilbijartinê de an xwedî li tekoşîna Mendres a ji bo demokrasiyê dabû derkevin an jî em dê li cem kesên ku wî şehîd kiribûn bisekinin. Menderes bi fikrên xwe ve, herî zêde jî bi hezkirina dilê gel de dê neyê jibîrkirin.
- "Menderes re gotin 'Dîktator' niha jî ji min re dibêjin"
Erdogan got ku dema serokwezîrtiya Menderes de ew bi hin tiştan ve dihat sûcdarkirin û axaftina xwe wiha domand:
"Wê demê ji Menderes re gotin 'Dîktator' niha jî ji min re dibêjin. Wê demê ji Menderes re gotin 'dijminê azadiyê' îro heman tiştî ji min re dibêjin. Wê demê ji Menderes re gotin 'Cîwanan dikuşt, dikuje' niha heman tiştî ji min re dibêjin. Wisa ku ji Menderes re gotin ku 'Mirovan ji makîneya qîymeyê derbas dike û têrmê wan vedişêre'. Wê demê bêbextiyên bêrêtiyê, bêbextiyên herî xirab li Menderes re kirin, niha jî heman tiştî ji min re dikin. Kî? Serokê CHPê Kiliçdaroglu û rêhavlên wî."
Erdogan diyar kir ku divê gel xwedê sandoqan derkeve û wiha axivî: "Ricayeke min ji we heye. Eman ha xwîşk û begno. Em dê xwedî li sandoqan derkevin.Em ê nehêlin ku çûkek jî bifire, lewra ev dikarin hemû lîstikan bikin. We dît ku tiştek, lîstikek heye, heman hêzên ewlekariyê agahdar bikin, li wir raporan bigrin, em dê baweriya xwe li wan neynin. Em dê bi îzna xwedê di 30ê adarê de bi coş li Aydinê jî, li Tirkiyeyê jî desthilatiya Ak Partiyê xurttir bikin."
Serokwezîr Erdogan got ku ji serî heta niha li hember çeteyan tekoşînê didin û wiha pê de çû: "Em dê dev ji vê tekoşînê bernedin bila fikara we çênebe. Ya herî dawîn rêxistina paralel e. Em dê dawiya vê çeteyê binîn."
Erdogan got ku Seîdê Nûrsî li Tirkiyeyê hatiye darizandin û ew nefiyê Sîbîryayê kirin. Lê ew li wir nejiya û revî hat axa xwe. Erdogan destnîşan kir ku Nûrsî gotiye ku ew dê li ser axa xwe bimre û wiha axivî:
"Lê ji wî re jî sebr nekirin û gelek ezîyet li wî dane kişandin. Wisa ku piştî mirina wî jî ew girtin, ancax piştî mehan û salan hestiyên wî birin Ispartayê."
- "Di jiyana xwe de peyva ^"Bedîuzzeman" jî bi kar neaniye"
Erdogan pirsî "Rêxistina paralel ya ku dibêje ew li ser şopa Seîdê Nûrsî dimeşin li ser şopa wan diçe?" û wiha dewam kir:
"Na, derewan dike, takiyeyê dike, bêbextiyan dike. Di jiyana xwe de peyva 'Bedîuzzeman' jî bi kar neaniye û carekî jî ew nedîtiye. Berhemên wî daye aliyekî qaşo li gor xwe kulliyatekî ava dike. Di 1999an de ji Tirkiyeyê reviya çû aliyê dinyayê ya din. Nexwe tu welatparêzî û gelê xwe hez dikî 2 sal berê min te vexwend, min ji te re got 'were Tirkiyeyê, gel ji te hez dike' tu çima nehatî? Tu çima nayê? Bi ser de wê rojê tiştek jî got. Li olîmpiyatên tirkî de got ku 'Pêxember jî li wir bû'. Ma tu yê ji mirovekî wiha re bibêjî çi. Ma tiştekî wiha dibe?"
- "Tu çima wêneyê Atatirk dihejînî"
Erdogan got ku dema ku dihate mîtingê hin kesan wêneyê Atatirk ji wî re hejandin û wiha pê de çû:
"Tu çima wêneyê Atatirk ji min re dihejînî. Bi îxtimaleke mezin ew CHPyî ye. Kar û barên wan ev e. Gotinan nebêje, kar bike kar. Em CHPyê baş nas dikin. Hûn ew partîne ku piştî ku Atatirk mir we li ser pereyan wêneyê Atatirk rakir û wêneyê Înonû da li ser pereyan. Dev ji van lîstikan berdin, dîroka xwe binêhêrin. Dîroka we qirêj e, qirêj. Ev hemû bi belgeyan e. Ma hûn ew CHP nînin? We azan jî ji eslê xwe da dûrxistin? We qursên Qûr'anê dan girtin. Ji ber ku Adnan Menderes azan vegerande eslê xwe, we ew îdam kir. CHP hûn ev kesin. Hûn li pişt wan sekinîn, we mizgeft kir tewle û depo. We mêla xwe neda li ser demokrasiyê, we mêla xwe da li ser derbeyan. Niha jî hûn ketine li dû Pensîlvanyayê û bi wan re kar dikin. Hûn dîn îstismar dikin, hêstên gel îstiîsmar dikin, hûn bi vê li ser piyan disekinin."
Erdogan wiha dewam kir:
"Mixabin MHP jî kete li dû wan û di navbera hev de hevkariyê dikin, MHP jî li dû wan diçe. Pensîlvanya dibêje ku hêy MHP, cihê ku CHP lê xurt e li hember AK Partiyê piştgiriyê bidin BDP û CHPyê. Cihê ku MHP xurte jî hêy CHP tu piştgiriyê bide wî, cihê ku BDP xurte jî bi hev re piştgiriyê bidin BDPyê. Ez dibêjim ku gelê min dê di sandoqê de van hemûyan têk bibe. Ji ber vê ev 14 roj girîng in"