Nihat Kavşut
14 Nîsan 2018•Rojanekirin: 14 Nîsan 2018
ANKARA
Berdevkê AK Partiyê Unal: "Ji daxuyaniyan eşkere dibû wê bertekeke wiha bê dayîn û em hatin agahdarkirin."
Mahîr Unalê Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê li CNN Turkê di weşana zindî da axivî.
Berdevkê AK Partiyê Unal ji bona operasyona dijî rejima Sûriyeyê ku Amerîka, Îngilistan û Fransayê kirin wiha got: "Ji daxuyaniyan eşkere dibû wê bertekeke wiha bê dayîn û em hatin agahdarkirin."
Mahîr Unal diyar kir ev êrîş dijî Sûriyeyê nîne dijî rejimê hatiye kirin û wiha peyivî: "Em vê êrîşî wekî sepandineke dijî çekên kîmyayî dibînin û dinirxînin. Ev êrîş ji bona rêlibergirtina çekên kîmyayî ku Esed dijî xelkê xwe diemilîne hişyariyeke girîng e."
Berdevkê AK Partiyê Unal di berdewamiyê da wiha got: "Wek encameke referanduma 2010an Tirkiye hesabê xwe yê bi 12ê Îlonê ra dît. Bi biryara ku duh hat dayîn Tirkiyeyê hesabê xwe yê bi 28ê Sibatê ra dît. Tirkiye di heman demê da niha bi hewla dagirkirinê ya 15ê Tîrmehê ra hesabê xwe dibîne."