Hüseyin Yıldız
28 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2022
Li Tuzlucaya navçeya Îdirê dîmenên şikeftên xoyê yên ku Navenda Terapiyê ya Xoyê lê ye bi drona FPVyê va hat kişandin.
Hewcedariya xoyê ya herêma Rojhilatê ji van şikeftên xoyê yên li Çiyayê Xoyê ne tên bidestxistin.
Ji bo ku ev şikeft di turîzmê da bên bikaranîn xebat li vir dewam dikin.
Qaymeqamtiya Tuzlucayê hewl dide ku Navenda Terapiyê ya Xoyê ya li vê derê her demsal bê ziyaretkirin û ji bo vê jî ev der hat ronîkirin û xebat tên meşandin.

Turîstên bi trena Ekspresa Rojhilatê û Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk tên herêmê vê derê jî ziyaret dikin.
Her meh qasî 10 hezar kes tên dîtina şikeftan ku dîmenên wan bi dronê hatin kişandin.
Bariş Arigtekînê ji Erzîncanê hatiye Îdirê got ew cara ewil e tê vê derê û wiha axivî: "Kêfa me gelekî ji şikeftên xoyê ra hat. Em ê dîsa bên. Avahîsaziya wê pir xweş e, dîrokeke biqîmet li vir heye ku gelekî bala min kişand. Bi ya min divê her kes vê derê bibîne."

Kasim Adlimê ji Wanê hatiye jî got hê wê demê avahîsaziyeke wiha hatiye bikaranin û wiha dewam kir: "Dîwarên wan gelekî balkêş e. Herî zêde xoya krîstal bala min kişand. Ez ji Wanê ji bo dîtina vê derê hatim. Em ê dîsa bên, ezê hemû hevalan hildim û bêm."