Tirkiye

Di operasyonên "Bozdogan-13" da 20 şikeft û stargehên terorîstan hatin îmhekirin

Muhammed Nuri Erdoğan  | 20.03.2024 - Rojanekırın : 21.03.2024
Di operasyonên "Bozdogan-13" da 20 şikeft û stargehên terorîstan hatin îmhekirin

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya ragihand, di operasyonên "Bozdogan-13" da yên li 5 parêzgehan hatin lidarxistin, 20 şikeft û stargehên terorîstan hatin îmhekirin.

Wezîr Yerlikaya di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku ji bo jinavbirina çek û cebilxaneyên mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz di şikeft û stargehan da veşartine, li 5 parêzgehan operasyonên "Bozdogan-13" hatin lidarxistin.

Yerlikaya bal kişand, di operasyonan da li Şirnex, Bîngol, Bidlîs, Erzirom û Diyarbekirê hatin kirin, 103 tîman û 1417 personelê cendirmeyê beşarî kirin.

Yerlikaya her wisa diyar kir ku J-SÎHA û helîkopterên ATAKê jî piştgirî dan operasyonan ku di encamê da gelek madeyên teqemeniyê hatin bidestxistin.

Wezîr Yerlikaya got ku di operasyonan da 20 şikeft û stargehên terorîstan hatin îmhekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın