Seroka Rêvebirina Holdînga Sabanciyê Guler Sabanci li Civîna Agahdarkirina Salone ya Holdînga Sabanciyê ya ku encamên dawiya sala 2014an û hedefên sala 2015an hat eşkerekirin de axivî.
Guler Sabanciyê got ku tê texmînkirin li DYAyê rêjeya mezinbûna sala 2015an wê nêzî 3ê ji sedan be.
Sabanciyê diyar kir ew hêvî dikin ku mezinbûna aboriyên "hinardeyên pêşketî", ji ber şikestina bihayê neftê dê derkeve ser texmînan û wiha dewam kir:
"Wisa xuyan dike ku sala 2015an ji bo heyameke ku dê bê hilbijartin debas wê bibe 'sala derbasekê'. Biqasî du salan e ku welatê me di nava atmosfera hilbijartinê de ye. Helbet demokrasî bêyî hilbijartinê nabin. Ji ber vê em hêvî dikin ku ev pêvajoya hilbijartinê dê di nava aşitî, aramî û têgihêştinê de derbas bibe. Piştî hilbijartinên hezîranê 4 salên bê hilbijartin wê dest pê bike. Em li benda vê ne. Di vê heyamê de divê em li ser aboriyê hûr bibin û bi reformên bingehîn ve careke din heyameke pêşketinê biafirînin. Ji vê hêlê ve em gava ku dawiya hefteya borî di warê pêvajoya çareseriyê de hat avêtin gelekî gîrîng dibînin. Baweriya me dewam dike ku eger pêvajoya aşitiyê bê berdewamkirin dê xêra wê ji pêşveçûna me ya civakî û aboriyê re çêbe. Divê em dev ji vê bernedin."