DIYARBAKIR
Parlementerê Diyarbekirê yê Ak Partiyê Cuma Îçten îdia kir ku di Zanîngeha Dîcleyê (ZD) de hin gendelî û bêrêtî hene û wiha got: "Ez rektor, alîkarê rektor û rêvebiriyê dawetî îstifayê dikim. Tu pêbaweriya wan nemaye. Di destê me de belge hene. Em ê van belgeyan bidin dozgeriyê."
Îçten di Civata Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (CRBR) de civîna çapemeniyê li dar xist û got ku operasyona 17ê çileya pêşîn ji bo pêvajoya çareseriyê wek derbeyekê bû û hin kes ji pêşveçûna welêt aciz bûn.
Îçten wiha got ku "Em ê bi hemûyan re têbikoşin. Ez wek parlementerê Diyarbekirê li dijî Zanîngeha Dîcleyê dest bi têkoşînê dikim. Em natirsin. Eleqa me bi jiyana şexsî ya tu kesî re tuneye" û îdia kir ku di zanîngehê de "gendelî û bêrêtî" hatiye kirin.
Îçten dosyayeke ku tê de 64 pirs ji rêvebiriya zanîngehê tê pirsîn li rojnamegeran belav kir û xwest ku rêvebirî van pirsan bibersivîne û wiha pê de çû: "Ez rektorê, alîkarê rektorê û rêvebiriya wê dawetî îstifayê dikim. Tu pêbaweriya wan nemaye. Di destê me de belge hene. Du sal e ez li ser vê mijarê dixebitim. Haya Serokwezîrê me jî ji van agahiyan heye. Em ê li hemberî kirinên wan ên qirêj bêdeng nemînin. Em ê çend roj şûnde van belgeyan bidin dozgeriyê û gilîdar bibin."
Îçten got ku li Diyarbekirê bi navê Selahaddîn Eyyûbî zanîngeheke waqif hat çêkirin û wiha pê de çû: "Ez naxwazim ku navê vê zanîngeha ku ji aliyê vê weqfê ve tê çêkirin bikin Selahaddîn Eyyûbî. Lewra ev weqf ji aliyê rêxistina F tîpî (tevgera Fethullah Gulen) Xaşxaşî û Gulenîzmê ve hatiye avakirin ku ev bi dijminên Tirkiyeyê re, bi hêzên tarî re hevkariyê dikin. Em dixwazin ku rêvebiriya ZDyê hin pirsên me bibersivîne. Ew di îhaleyan de li gor rê û rêzikan tevgeriyan an na? Îhaleyên ku ji sedî 80yî li gor dawetiyan, teklîfan hatibin kirin, di wan de pirsgirêk hene. Em van şirketan dizanin. Bila zanîngeh van eşkere bike."
Îçten pirsa "Eraziyên ku dewletê tahsîsê zanîngehê kir, firotin kî?" pirsî û wiha got:
"Ew erazî pêşkeşî kî kirin. Qadroyên ku Dewletê tahsîs kir, pêşkeşî kî kirin. Beriya ku Rektor Ayşegul Jale Saraç xanim were ser wezîfeyê, hejmara xwendekar û endamên hîndekariyê çiqas bû, hejmara xebatkaran çiqas bû. Niha çiqas e. Qadroyên ku YOKê tahsîs kirin çawa û bi çi awayî dan kî? Hûrguliyên van hemû li cem me hene."
Îçten pirsa "Ev qadroyên ku nû hatin gelo di navbera ji sedî 10 û ji sedî 20an ji mehaniya xwe dan rêvebiriya zanîngehê?" pirsî û wiha dewam kir: "Rektor Ayşegul Jale Saraç xanim bi rojnameyan peretî nûçe da çêkirin, îlan kir û got ku 'Ez Xaşxaşî nînim, di zanîngehê de rêxistina paralel tuneye, ez ji rêxistinê nînim. Heke Xaşxaşî nînî, ji rêxistinê nînî, tu çima wiha aciz dibî. Kes bi îlandayîna rojnameyan xwe paqij nake."
Îçten destnîşan kir ku di zanîngehê de sûc tê kirin û wiha dewam kir: "Ez Sabrî Eyîgun wek sekreterê giştî yê zanîngehê dizanim. Lê wisa nebûye. Herçend peywira Eyîgun ya sekreteriyê eslî be jî, wî wek wekîl ew wezîfe kiriye. Sekreteriyeke korsan kiriye. Li gor kîjan hiqûqê tiştekî wiha çêdibe. Hey YOK tu li ku derê yî? Tu radizê? Ev nayê qebûlkirin. Ev rewş li dijî zagonan e. Jixwe wan dewlet bi dest xistiye. Dadger ji wan e, (rêxistina Fethillah Gulen) dozger ji wan e, midûrê ewlehiyê ji wan e . Kî diçe dadgehê ZD dozê qezenc dike. Ji dozan sedî 80-90 zanîngeh qezenc dike."
Îçten got ku dadgeh her tim Zanîngeha Dîcleyê mafdar dibîne û wiha got: "Di navbera hêla edlî ya rêxistina paralel û zanîngehê de têkiliyên xurt hene. Ez ji bo niha nabêjim. Ez behsa dema pêvajoya hatina rektor xanimê dikim. Bila Xwedê tu kesî nexe dadgehê. Kî ku di navbera wî û rektor û ZDê de hebe û bikeve dadgehê mala wî xerab dibe. Hûn çi bikin her tim ZD mafdar e. Hûn dikarin li ser biryarên dadgehê lêkolînê bikin."