DIYARBAKIR
Piştî ku dadgehên rayetaybet ên ku erka xwe ji benda 10emîn a Qanûna Têkoşîna bi Terorê re distendin hatin girtin, doza KCKê di Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Diyarbekirê de hat dîtin. Dadgehê rewşa bersûcên girtî nirxand û biryara berdana 48 kesan da.
Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Diyarbekirê rewşa bersûcên girtî nirxand û ji 91 bersûcên girtî biryara berdana Ahmet Bîrsîn, Ahmet Zîrek, Alattîn Aktaş, Alîcan Onlu, Bahrî Çeken, Bayram Altûn, Besîme Gonca, Celal Yoldaş, Çîmen Işik, Dîrayet Taşdemir, Ebrû Gunay, Elîf Kaya, Engîn Kotay, Ercan Sezgîn, Esma Guler, Fethî Suvarî, Gulcîhan Şîmşek, Hasan Înatçi, Hasan Îraz, Herdem Kizilkaya, Huseyîn Bayrak, Huseyîn Yildiz, Kamûran Yuksek, Kerem Duruk, Leyla Denîz, Lutfu Dag, Mazlûm Tekdag, Mehmet Abbasoglu, Mehmet Ermîş, Mehmet Nîmet Sevîm, Olcay Kanlibaş, Pelguzar Kaygisiz, Pero Dundar, Pinar Işik, Ramazan Debe, Senanîk Oner, Salîh Akdaogan, Sebahattîn Dînç, Sevî Demir, Şînasî Tûr, Şeyhmûs Bayhan, Temer Tanrikulu, Unal Ahmet Çelen, Zahîde Besî, Zeynep Boga, Zohre Bozaci, Muharrem Erbey û Hacîre Ozdemîr da.
Piştî ku verastkirina zagonî hat kirin dadgehên rayetaybet hatibûn girtin û dema girtîmayînê jî bibû 5 sal. Piştî van verastkirinan parêzerên bersûcan ji bo berdanê serî li dadgehê dabûn, lê heyeta dadgehê bi hinceta "Rêxistina terorê PKK/KCK hê çalakiyên xwe didomîne û di çarçoveya van çalakiyan de bersûcên tê îdiakirin ku sûc kirine, bi îhtimala ku van delîlan ji holê rakin, veşêrin, biguherînin, ev bersûc dê herin li ser şahidan zext û zorê bikin, birevin, xwe veşêrin, şika ku ev bersûc dê biçin beşdarî rêxistina terorê bibin û ji bo ku dema girtina van bersûcan were asteke maqûl" serîlêdana parêzerên KCKê red kiribû.