26 Sibat 2020•Rojanekirin: 27 Sibat 2020
Li Enqereyê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da ji 10 şikbarên der barê wan da biryara binçavkirinê hatibû derxistin 9 kes hatin girtin.
Li gor agahiya nûçegihanê AAyê bi dest xist, tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Enqereyê der barê hin şikbarên eleqeya wan bi DEAŞa rêxistina terorê ra heye da agahî hildan.
Tîman operasyonên hevdem kirin, ji 10 şikbarên der barê wan da biryara binçavkirinê hatibû derxistin jê 9 kes girtin.
Piştî kontrola wan a tenduristiyê tîman şikbar birin midûriya ewlehiyê.