Kemal Karadağ
16 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2021
Wezareta Karên Naxweyî diyar kir ku di çarçoveya operasyona Eren-13ê da 2 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di operasyona Eren-13ê da li Gabara herêma Şirnexê di kordinasyona Fermandariya Herêmê ya Cendirmeyan a Şirnexê da operasyon hat kirin.
Hat destnîşankirin ku di operasyonê da 2 endamên rêxistina terorê hatin beterefkirin û operasyon dewam dike.
Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku li Hekariyê jî terorîstek hat berterefkirin, hejmara terorîstên hatin berterefkirin derkete 3yan.