02 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2019
Di operasyona esmanî da ku bi Hereketa Pençeyê ra bi kordîne li Zapa herêma li bakurê Iraqê hat kirin 2 terorîst hatin berterfkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji ser hesabê Twitterê yê Wezareta Parastina Neteweyî hat dayîn bi Hereketa Pençeyê ra bi kordîne li Zapa herêma li bakurê Iraqê operasyona esmanî hat kirin.
Hat diyarkirin di operasyona esmanî da kozikên çekan, baregeh û sitargehên PKKya rêxistina terorê hatin îmhekirin û herî kêm 2 terorîst jî hatin berterfkirin.