Tirkiye

Di doza Berberoglu û Gul da biryar

Erdem Gulê bersûcê negirtî û parêzerên wî beşdarî rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a 14an a Stenbolê bûn û Enîs Berberogluyê bersûc beşdarî rûniştinê nebû

Haydar Şahin   | 15.05.2019
Di doza Berberoglu û Gul da biryar

Istanbul

Di doza Erdem Gulê Şaredarê Adalarê û Enîs Berberogluyê Parlamenterê Stenbolê yê CHPyê ya li ser sekinandina tirên MÎTê bi hinceta "her çiqasî di hîyerarşiya rêxistina terorê ra cî negrin jî bi zanatî û dildarî alîkirina rêxistinê" dihatin darizandin da biryar hat dayîn ku doza Gul saqit be û ji bo Berberoglu jî lazim nake hikmek were dayîn.

Erdem Gulê bersûcê negirtî û parêzerên wî beşdarî rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a 14an a Stenbolê bûn û Enîs Berberogluyê bersûc beşdarî rûniştinê nebû.

Di rûniştinê da Gulê bersûc û parêzerên wî parastina xwe ya dawîn dan û heyeta mihkemeyê diyar kir ku ew ê ji bo dosyeyê biryarê bidin, biryara girtîbûnê ya li ser rûniştinê hat rakirin û derbasî rûniştina eşkere bûn.

Piştî ku biryara girtîbûnê hat rakirin şopîner û rojnamevan hildan salonê.

Heyeta mihkemeyê biyara xwe eşkere kir û diyar kir ku ji bo Erdem Gul biryar hat dayîn ku doza wî ya bi hinceta "her çiqasî di hîyerarliya rêxustuna terorê ra cî negrin jî bi zanatî û dildarî alîkirina rêxistinê" hatibû vekirin saqit bibe, ji bo Enîs Berberogluyê Parlamenterê CHPyê jî biryar hat dayîn ku ji bo wî hikmek neyê dayîn û doz were girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın