Abdullah Tel
26 Sibat 2016•Rojanekirin: 27 Sibat 2016
ÎSTANBUL
Rojnameger Can Dundarê ku Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Cûmhûriyetê û nûnerê Enqereyê yê heman rojnameyê Erdem Gulê ku Dadgeha Qanûna Bingehîn der barê wan de biryara "îxlalê" da û Dadgeha Cezayê Giran a 14mîn jî hikim da ji Girtîgeha Sîlivriyê tehliye bûn.
Biryara tehliyekirina ku Dadgeha Cezayê Giran a 14mîn der barê her du rojnamegeran de da ji ser pergala UYAPê ji Girtîgeha Sîlivriyê re hat şandin.Piştî ku mûameleyên fermî yên der heqê Dundar û Gul de bi dawî bû herdu bi mînîbuseke spî ji girtîgehê veqetiyan.